Lînkên eksesibilîtî

Xoşnaw: PDK Dixwaze Hemû Partî di Hikûmeta Nû de Beşdar Bin


Omed Xoshnaw
Desteya Dadwerî ya Herêma Kurdistanê roja Duşemê encamên fermî yên hilbijartinên giştî pejirand.

Li gorî karnameya parlamentoyê, gerek parlamentoya nû heta 10 rojan piştî pesendkirina encaman yekemîn civîna xwe li dar bixe.

Omêd Xoşnaw, endamê hilbijartî yê parlamentoya Kurdistanê dibêje heta îro Sêşemê roja yekemîn civîna parlamentoyê nehatiye destnîşankirin.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Xoşnaw got ku destnîşankirina roja yekemîn civîna parlamentoyê bi danûstandinên pêkanîna hikûmetê ve girêdayî ye.
Birêz Xoşnaw, yê ser bi Partiya Demokrata Kurdistanê, got ku partiya wî dixwaze hemû partiyên siyasî di hikûmetê de beşdar bin.

Birêz Xoşnaw herwiha got ku PDK’ê bi fermî kandîdê xwe jibo posta serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan nekiriye, “lê belê heta nuha bitenê birêz Nêçîrvan Barzanî, cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê, kandîdê PDK’ê ye jibo serokatiya hikûmeta pêşerojê.”

XS
SM
MD
LG