Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Sûrîyê û Nûnerê NY Kom Dibin


Serokê Sûrîyê Beşar el Esed hişdarî da nûnerê Neteweyên Yêkgirtî û Komkara Erebî ku danûstandinên aştîyê ku hatin pêşniyar kirin li wî demî dê serkevin heke welatên din êdî piştevaniya komelên serhilda neken.

Ev gotinên Serokê Sûrîyê li telefizyona dewletê hatin belav kirin piştî kombûna wî roja Çarşembî digel Laxdar Brahîmî li roja sê ya seredana wî ya yekê bo Dîmeşqê di salekê de.

Nûnerê Neteweyên Yêkgirtî yê li herêmê bo wergirtina piştevaniyê bo danûstandinên aştîyê ku bi Jinêva 2 tên nasîn.

Her li roja Çarşembî, Brahîmî digel balyozê Îranê li Sûrîye Muhemed Rida Şeîbanî kom bu. Berî noke Brahîmî pêşniyar kirbû ku Îran pişkdarî konferansa aştîyê ya Sûrîyê bibe.
XS
SM
MD
LG