Lînkên eksesibilîtî

Malîkî Daxwaza Alîkariyên Leşkerî ji Amerîkayê Dike


Serokwezîrê Îraqê Nurî el Malîkî daxwaza alîkaryê ji Amerîka dike li şerê wek ew dibêje digel terorîstên ku bûne egera alozkariyên tîreyî li wî welatî. Lê çend Senatorên Amerîkî yên navdar dibêjin rêberiya Serokwezîrê Îraqê bûye egera cûdahiyê navbera pêkhatên gelê Îraqê.

Rêzdar Malîkî seredana xwe bo Amerîka roja Çarşembî destpê dike bi kombûnê digel Cêgirê Serokê Amerîka Joe Biden û endamên komîta têkelîyên derve li Kongrisê. Li roja Înê, Serok Barack Obama dê digel rêzdar Malîkî li Seraya Spî kom bibe.

Di gotarekê de li rojnama New York Times, Serokwezîrê Îraqê got, el Qayde êrîşên terorîstî li dijî gelê Îraqê dike, u got ku Îraqê pêdivî bi çekan heye bo hêzên xwe yên çekdar.
XS
SM
MD
LG