Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Piştgiriya Xwe Bo Îraqê Dubare Dike


Serokwezîrê Îraqê ku dest bi kombûnan kirye digel karbidestên bilind li Washington, wedyare hindek hatiye piştrast kirin ku Amerîka dê alîkariyê bike bo bersîng girtina tundûtûjiyan li wî welatî.

Nurî al Malikî roja Çarşembî digel Cêgirê Serokê Amerîka Joe Biden kom bu, yê ku pêgirtina Amerîka bo Îraqê dubare kireve.

Piştî kombûnê, karbidestekê bilind yê Amerîkî got hinartina firokên şerker F-16 bo Îraqê biryare li dawiya sala be, herçende ku berî noke hatibû paşxistin. Iraqê vê dawiyê 650 milyon dolar weku perê pêşîn bo kirîna wan firokan dabû.

Zêdebûna tundûtûjîyên tîreyî bûne egera kuştina pitir ji 7,500 kesan di vê sale de. Di gotarekê de li rojnama New York Times, Serokwezîrê Îraqê got, el Qayde êrîşên terorîstî li dijî gelê Îraqê dike, û got ku Îraqê pêdivî bi çekan heye bo hêzên xwe yên leşkerî.

Roja Înê, rêzdar Malikî li Seraya Spî digel Serok Barack Obama dicive, ku li wir çaverê tê kirin ku bo baştir kirina şiyanên leşkerê Îraqê daxwaza alîkariyê bike.

Çend senatorên Amerîkî yên navdar rijdî li Serok Obama diken ku hişyar be, û dibêjin ku rêberiya rêzdar Malikî egerê serekeye bo têxçûna destûdarê Îraqê.

Senator John McCain, Carl Levin, Robert Menedez û Lindsey Graham di namekê de bo rêzdar Obama dibêjin ku rêberê Îraqê gelek caran rêbaza tîreyî û zordarî bikar anî ye ku Sunîyan ji mafên wan bê par dike, pûte bi Kurdan nake û Şîa veder dike yên ku daxwazin Îraq ya democratic û ya hemû pêkhatan be.
XS
SM
MD
LG