Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamenter Ensarîoglu: PKK bi Rêya BDP Sîyasetê Dike


Parlamenterê AKP'ê Galîp Ensarîoglu
Parlamenterê AKP'ê Galîp Ensarîoglu
Piştî eşkerekirina Paketa Demokratîkbûnê, daxûyanîyên ku tên dayîn dîyar dike ku Pêvajoya Çareserîyê ber bi xetimandinê ve diçe.

Parlamenterê Partîya Dad û Pêşvebirinê yê Dîyarbekirê Galîp Ensarîoglu di hevpeyvîneke taybet ya Dengê Amerîka de got “PKK bi hinceta ku hikûmet gavan navêje carek din behsa şer û çekan dike. Şerta Pêvajoya Çareserîyê ew e ku divê PKK dest ji çekan berde. Lê, em dibînin neha him jibo rewşa Rojava him jî jibo hilbijartinan ,PKK weke taktîk dixwaze ku çek li destan be."

Ensarîoglu got “PKK bi rêya BDP sîyasetê dike û li pêşîya sîyaseta wê jî tu astengîyek tune. Pirsgirêkên heyî li ser esasên sîyasete dibe ku çareser bibin. Jiber hinde ne mumkun e ku ev pêvajo têk here yan jî vegere serî. "

Ew bi berdewamî dibêje, "Kêmahîyên paketê pir in. Hun nikarin pirsgirêkeka 100 salî bi pakêtek çareser bikin. Lê, jibo van kêmahîyan kuştina mirovan ne rast e."

Parlamenterê Dîyarbekirê Ensarîoglu dîyar kir, AKP jibo BDPê reqîbeke sîyasî û ew ne li bende ne ku BDP ji her gavên AKP’ê re beje rast e û disrûst e.

"Em dizanin ku di dema hilbijartinan de, li herêmê, hêz û bandora çekan pir e. BDP naxwaze ku vê hêzê ji deste xwe berde. Yanî em dikarin bejin çek jibo BDP wekî benda hilbijartinê ye.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:39 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG