Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrîyê Alava Çekirina Çekên Kîmyayî Tune Kir


Desteya navnetewî, ku çavdêrîya tunekirina çekên kîmyayî yên Sûrîyê dike, radigihîne ku Şam soza xwe cîh anî û alavên çêkirina sîlahan hilweşandin.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî îro Pêncşemê ragihand, vekolêrên wê piştrast kir ku Sûrîyê li hemî alavên jibo avakirina çekên kîmyayî
tune kirin.

Hikûmeta Sûrîyê soz dabû ku heta roja Înîyê ew şerta peymanê cîh bîne û eşkere bike çawa çekên ambarkirî heta nîba salê pêş ji hole rake.

Her îro Pêncşemê, Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty International) raportek belav kir û daxwaz ji cîranên Sûrîyê kir ku derîyên xwe jibo penaberên Sûrî vekin.

Amnesty International taybetî ji Urdunê xwest ku penaberên Sûrî venegerîne.
XS
SM
MD
LG