Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama: Amerîka Hevkariya Îraqê Dike


Serok Barack Obama dibêje ku hikûmeta wî hevkariya Îraqê dike li şerê li dijî çekdarên El Qayde.

Rêberê Amerîkayê li Washington bi Serokwezîrê Îraqê re kom bû, di demekê de ku tûndûtûjiya li navbera Şîe û Sunniyan li Îraqê zêde dibe.

Di gotarekê de piştî wê kombûnê, Serok Obama got ku rêxistina teroristî ya El Qayde, ne bitenê gefe ye li dijî wî welatî, lê belê gefe ye li dijî tevaya herêm û Amerîkayê jî.

Serdana Malikî bo Washington, du salan piştî vekişîna hêzên Amerîkî ye li Îraqê. Di wî demî de, Malikî daxwaz li Washington kiribû ku hêzên xwe li Îraqê vekêşe.
XS
SM
MD
LG