Lînkên eksesibilîtî

Parlamenter Uçer: Hikûmeta AKP’ê Çav li Xapandinê ye


Ozdal Uçer
Parlamenterê Partîya Aşitî û Demokrasîyê (BDP) yê Wanê Ozdal Uçer di derbarê rewşa Pêvajoya Çareseriyê de jibo Dengê Amerîka got “li hember gavên ku KCK’ê avêt, hikûmet gavên samîmî neavêt di serda jî gefan dixwe û tecrîda li ser Ocalan zêdetir dike."

Parlamenterê Kurd îfade kir hemî tiştên dewletê li ser stratejîya şer ava bûye. "hikûmeta AKPê çav li xapandinê ye û bi dil nêzîkê vê pêvajoyê nabe. Hikûmet ne di warê civakî de, ne jî di warê siyasî de tu dexwazek Kurdan qebûl nake."

Birêz Uçer jibo îhtîmala destpêkirina şer jî got “PKK jibo dexwazên Kurdan 30 sal in şer dike lê dewletê tu gavan navêje, di serda gefan dixwe. Mafê KCK û gele Kurd heye ku xwe biparêzin. Jiber ku yên ku tên qetil kirin, zarokên Kurdan e."

Parlamenterê AKP’ê yê Dîyarbekirê Galip Ensarioglu di hevpeyvînek taybet ya Dengê Amerîka de got "çek jibo BDP wekî benda hilbijartinê ye."

Ozdal Uçer di derbarê vê nîrxandinê got "Armanca AKP’ê hilbijartin e, ne ya BDPê. Ger jibo hilbijartinê be, ne lazim e, bila dexwazên Kurdan bicî bînin em dikarin nekevin hilbijartinan jî. Ensarîoglu jî Kurd e, bila sîyaseteka dirûst bike."

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG