Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hamid Omerî Serdana Barzanî ya Tirkîyê Dinirxîne


Hamid Omerî
Hamid Omerî
Şandeya bi Seroktîya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Derve Ahmet Davutoglu re hate hev.

Serokwezîr Barzanî roja Pêncşemê gihîşt Stenbolê ku bi pilebilindên Tirkîyê re ligel şandeya Herêma Kurdistanê hevdîtin pêk anîn.

Rojnamevan û nivîskarê Kurd Hamid Omerî, serdana şandeya Herêma Kurdistana Îraqê ligel babetên rojevê ji Dengê Amerîka re nirxand.

Birêz Omerî bal kişand ser pêdivî xurtkirina têkilîyên herdu alîyan û got, “ne bawer im bi başbûna têkilîyên hikûmeta navendî ya Îraqê û Tirkîyê re zirar bigihe têkilîyên Herêma Kurdistanê.”

Wî bibîr xist, beşdarîya serokê îstixbarata Tirkîyê û şêwirmendê sîyasî yê serokwezîr Erdogan li civînan, nîşan dide ku pêvajoya çareserîyê û pirsa Rojava jî cihekî taybet li vê serdanê girtine.

Hamid Omerî, li ser kirîza navbera Partîya Yekîtiya Demokrat (PYD) û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku bûye yek ji babeta van hevdîtinan jî got, “divê serok û rêvebirên Kurd di gotin û daxuyanîyên xwe de baldar bin ku nehêlin Kurdistana li ser nexşeyê hatiye parçe kirin li ser hişê Kurdan jî parçe bibe.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:06 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG