Lînkên eksesibilîtî

Nasnameya Êrîşberê Los Angeles Eşkere Bû


Polîsên Los Angeles (LAPD) li termînala 3 ya balafirgeha Los Angeles, piştî êrîşa roja Înî.
Gumanbarê erîşa balafirgeha Los Angeles, li wîlayeta California, roja Şembî bi fermî hate binçavkirin.

Karbidest dibêjin, Paul Anthony Ciancia yê 23 salî êrîşa roja Înî encam da.


Di wê êrîşê de karmendekî parastina federalî hate kuştin û bi kêmî ve sê kesên din birîndar bûn.

Berpirsê Polîsên Los Angeles Patrick Gannon got ku piştî pevçûnê bi polîsan re, Ciancia li termînala 3 ya balafirgehê hate girtin.

Ciancia xelkê Los Angeles e.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG