Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn: Teqîna Tiananmen Karekî Teroristî Bû


Cihê teqîna roja Duşemê.
Cihê teqîna roja Duşemê.
Medyaya dewletê li Çînê ragihand ku teqîna roja Duşemê li qada Tiananmen êrîşeke teroristî bû. Televizyona CCTV roja Şembî agahiyên nû derbarê teqîna paytexta Çînê ragihand, li dema ku bi dehan kes di tepeserkirinekê de li ser grupeke Misilman hatin girtin.

CCTV ya hikûmetê ragihand ku heşt bergumanên cudaxwaz yên Îslamî ji herêma Zinjiyang li meha Îlonê plana vê êrîşê kiribûn û bêtirî 6,500 dollar berdest kiribûn da ku wê êrîşê pêk bînin.

Berpirsê ewlekarîya xwecihî ya Çînê Meng Jianju roja Înê berpirsîya êrîşê xiste stûyê rêxistina bi navê Tevgera Rojhilata Turkistan ya Îslamî ku li herêma Zinjiyang dikeve. Piranîya rûniştvanên wê herêmê ji Misilmanên Ugur in.

Di sala 2002’ê de Amerîka û Neteweyên Yekbûyî ev rêxistin wekî terorîst binav kirin.
XS
SM
MD
LG