Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Weşanxaneyên Kurdî ji Fûara Stenbolê bi Hêvî ne


Pêşengeha Pirtûkan ya Navnetewî (TUYAP) ku 32 sal in li Stenbolê lidar dikeve, roja Şemîyê derîyê xwe ji pirtûkhezan re vekir.

Fûara îsal bi sernavê “Dîrok: Pêşeroja li Dahatuyê” tê lidar xistin ku ligel gelek sazî û dezgehên sivîl bêhtirî 600 weşanxane beşdarîya wê dikin.

Weşanxaneyên Kurd jî li vê fûara herî mezin ya Tirkîyê beşdar in. Berpirsên weşanxaneyan û nivîskarên Kurd ji Dengê Amerîka re daxwaz û hêvîyên xwe yên ji pêşengeha pirtûkan parve kirin.

Berpirsa Kovara Kurd Tarihi ‘Dîroka Kurd’ Aysel Kazici Ozalp ku ligel weşanxaneya Peywend cara pêşî ye beşdarî fûarê dibin, dibêje, “em bi rêya pêşengehê dixwazin kovara xwe bi derdorên cuda re bidin nasîn û bigihînin ber destê vêkoleran.”

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:06:25 0:00
Direct link

Berpirsê Weşanxaneya AR’ê nivîskar Mevlut Aykoç, girîngîya pêşengehê bibîr dixe û rexneyê li medya Kurdî digire ku bala wan ne li ser weşanxaneyên Kurdî ye.

Edîtorê Weşanên J&J Azad Zal, behsa pirtûkên ku li vê pêşengehê derxistine pêş xwendevanan dike û dibêje, ‘em bi hêvî ne ku fûar xweş derbas bibe.’

Nivîskar Arîn Jîn, balê dikişîne ser roj bi roj zêdebûna weşanên Kurdî ku vê jî wekî pengaveke danasîna li qada navnetewî ya berhemên Kurdî dinirxîne.

Berpirsê Weşanxaneya Lîs’ê nivîskar Lal Laleş jî dide zanîn, bala xwendevanên Kurd li Stenbolê pir li ser berhemên Kurdî ye ku bi vekirina zanîngeh û beşên Kurdî re wê ziman bêhtir pêş bikeve.

Weşanxaneyên Kurdî Ar, Aram, Ava, Avesta, J&J, Lîs, Nûbihar û Peywend beşdarên îsal yên fûara Stenbolê ne.

Li maweya 9 rojên fûarê ku heta 10’ê Mijdarê li dar e, pirtûkhez dikarin serdana weşanxaneyan bikin, pirtûkan bidin îmze kirin û beşdarî konferansên çandî û hunerî bibin.

XS
SM
MD
LG