Lînkên eksesibilîtî

Asayişa Herêma Kurdistanê Girtina Du “Teroristan” Ragihand


Asayişa Herêma Kurdistanê wêne û vîdyoyên van du kesan belav kir û ragihand ku wan bizav dikir êrîşeke xwekujî li Kurdistanê encam bidin.
Karbidestên Herêma Kurdistana Îraqê roja Yekşemê ragihand ku du terorist hatin binçavkirin.

Asayişa Kurdistanê ragihand ku teroristan bizav kiribû êrîşeke xwekujî li dijî ofîsa asayişa bajarê Akrê encam bidin.

Aştî Mecîd, peyvdarê Asayişa Giştî ya Herêma Kurdistanê got Ajansa Parastinê bi hevkariya hêzên asayişê şiyan berî çend rojan du teroristên ser bi rêxistina Dewleta Îslamî li Îraqê û Şamê desteser bikin.

Birêz Mecîd herwiha got ku yek ji teroristan Sûrî ye û xelkê bajarê Heleb e, yê din jî Erebê bajarê Musilê ye.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG