Lînkên eksesibilîtî

Dadgehkirina Mursî Duşemê Destpê Dike


Dadgehkirina serokê berê yê Misirê Mihemed Mursî roja Duşemê li Qahîre destpê dike.

Mursî, yê ser bi partiya Îxwan El Muslimîn, bi handana kuştina xwepêşanderan hatiye tawanbarkirin.

Di heman dem de, 14 endamên Îxwan El Muslimîn û karbidestên berê yên hikûmeta wî dihêne dadgehkirin.

Artêşa Misirê di meha Tîrmehê de desthilata Mursî hilweşand, salekê piştî wî serokatiya Misirê sitand. Her ji Tîrmehê vir ve, Mursî di cihekê ne eşkere de ji layê artêşê ve hatiye binçavkirin.

Mursî yekemîn serokê sîvîl yê Misirê bû ku di dengdaneke demokratîk de bihête hilbijartin.
XS
SM
MD
LG