Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Parastina Îraqê Rastî Êrîşan Hatin


Karbidestên Îraqî dibêjin bi sedema hejmareke êrîş û teqînan, pênc polîs û leşker hatin kuştin.

Êrîşberekî xwekuj otomobîla xwe li xaleke vekolînê li bajarê Telefer teqand. Di wê teqînê de du polîs hatin kuştin û sê kesên sivîl birîndar bûn. Telefer 420 kîlometroyan li Bexdayê dûr e.

Li bakura Îraqê jî, çekdaran êrîşa xaleke vekolînê li Musilê kir û du leşker kuştin.

Herwiha bi sedema teqîna bombekê li nêzîkî karwanekê artêşê li başûra paytextê, leşkerek hate kuştin.
XS
SM
MD
LG