Lînkên eksesibilîtî

Mursî: Ez Serokê Qanûnî yê Misirê Me


Alîgirên Mursî roja Duşemê li pêş Dadgeha Destûrî ya Bilind kom bûn.
Serokê berê yê Misirê Mihemed Mursî dibêje ew hêşta serokê qanûnî yê Misirê ye û dadgehkirina wî betal e.

Dadgehkirina Mursî roja Duşemê destpê kir. Lê belê piştî çend deqîqeyekan, dadwerî biryar da ku dadgehkirina seorkê berê heta roja 8’ê meha 1, sala 2014’ê paş bixe.

Mursî got dadgeh ne xwedan desthilateke qanûnî ye ku wî dadgeh bike û wî got gerek rêberên darbeyê bihêne dadgehkirin.

Mursî, yê ser bi partiya Îxwan El Muslimîn, bi handana kuştina xwepêşanderan hatiye tawanbarkirin.

Artêşa Misirê di meha Tîrmehê de desthilata Mursî hilweşand, salekê piştî wî serokatiya Misirê sitand.

Mursî yekemîn serokê sîvîl yê Misirê bû ku di dengdaneke demokratîk de bihête hilbijartin.
XS
SM
MD
LG