Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Berê yê Pakistanê bi Kefalet Azad Bû


Pervîz Muşerref
Pervîz Muşerref
Dadgeheke Pakistanê serokê berê Pervîz Muşerref bi kefalet azad kir.

Muşerref bi hejmareke tometan hatiye tawanbarkirin, wek desthebûn di kuştina serokwezîra berê Benazîr Butto.

Dozger herwiha dibêjin ku Muşerref li sala 2007’ê ferman da hêza komandoyê ku êrîşa mizgefekê bikin. Di wê êrîşê de bi dehan kes hatin kuştin.

Muşerref generalekî artêşê bû û li sala 1999ê di darbeyeke leşkerî de desthilat girte destê xwe. Li sala 2008ê dest ji serokatiyê berda û li Pakistanê derket.

Serokê berê di meha Adara 2013’ê de vegeriya Pakistanê da ku dubare dest bi çalakiyên siyasî bike.
XS
SM
MD
LG