Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartin li Virginia û New Jersey Birêve Diçin


Dengder li rojhilata Amerîkayê fermandar û şaredarên hejmareke wîlayet û bajarên serekî destnîşan dikin.

Hilbijartinên fermandarî roja Sêşemê li wîlayetên Virginia û New Jersey birêve diçin.

Kandîdên sereke yên hilbijartina Virginia ev in: Terry McAuliffe yê Demokrat û Ken Cuccinelli yê Komarî.

Herwiha li gorî pêşbîniyan, dibe ku fermandarê nuha yê New Jersey Chris Christie dubare wek fermandar bihête hilbijartin.

Hevdem, şaredarên bajarên New York, Atlanta, Boston, Houston û Miamî jî dihêne hilbijartin.
XS
SM
MD
LG