Lînkên eksesibilîtî

Pakistan Hewilên Aştîyê ligel Koma Talîban Dom Dike


Serokwezîrê Pakistanê Newaz Şerîf
Tevî ku firokên bêmirov yên Amerîkî rebêrekî Talîbana Pakistanê kuştin, hikûmeta Pakistanê roja Duşemê rijdî kirin ku dawîkirina aştîyane jibo şerê bi deh salan dirêj kiriye çareserîya bitenê ye jibo paşerojê.

Li dawîya hefteya bûrî, karbidestên mezin yên Pakistanê bi tureyî kuştina Hekîmullah Mesûd şermezar kirin û gotin ku ev kar ziyanê digihîne gotûbêjên aştîyê ligel grûpa mîlîtan.

Serokwezîrê Pakistanê Newaz Şerîf roja Duşemê careke din bang li gotûbêjên aştîyê kir û ew wekî riya bitenê jibo dawîanîna şerê Talîbanê li welêt binav kir.

Li gorî raportên medya dewletê, Serokwezîr Newaz Şerîf rasterast ferman daye wezîrê hundir yê hikûmeta xwe ku şîretvanîyê ligel rêberên siyasî bikin jibo rêyekê jibo paşerojê.

Hemdem koma mîlîtan ya Talîbanê ku ji 30 komên çekdar pêk tê, Esmetullah Şahîn Bîtanî wekî rêberê xwe yê demkî destnîşan kir. pispor û şirovekar dibêjin, meseleya ku Talîban nikare rêberekî bo demeke dirêj deyne, bixwe jî nîşaneke ku nakokî li ser desthilatê li nav koma mîlîtan peyda dibe.

Bêtir agahî di vê raportê de.

XS
SM
MD
LG