Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rejîma Esed: Dest ji Desthilatê Bernadin


Omran El Zûbî
Omran El Zûbî
Wezîrê ragihandinê yê rejîma Beşar El Esed dibêje ku berpirsên hikûmetê gotûbêjan li ser destberdan ji desthilatê yan pêkanîna hikûmeteke întîqalî nakin li konferansa taybet bi aştiya Sûriyê li Jinêvayê.

Gotina Omran El Zûbî ya roja Sêşemê di demekê de ye ku biryar e nûnerê rejîma Sûrî li Jinêvayê bi karbidestên Rûsî û Amerîkî re kom bibe.

Karbidest dibêjin armanca kombûna roja Sêşemê nirxandina çewaniya birêveçûna konferansa aştiyê li navbera hikûmeta Esed û hêzên opozisyonê ye.

Di hevpeyvînekê de ligel medyaya ser bi dewleta Sûrî, El Zûbî got ku konferansa Jinêvayê beşek e li proseya siyasî, ne destberdan e ji desthilatê û ne avakirina hikûmeteke întîqalî ye.

Biryar e ew konferans di vê mehê de li Jinêvayê birêve biçe.
XS
SM
MD
LG