Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Destxweşî li Malikî, Barzanî û Nûcêfî Dike


Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden heftiya bihurî li Washington bi Nûrî El Malikî re kom bû.
Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden heftiya bihurî li Washington bi Nûrî El Malikî re kom bû.
Hikûmeta Amerîkî kêfxweşiya xwe ragihand hemberî pesendkirina qanûna hilbijartinan ji layê parlamentoya Îraqê ve û bi “pêngaveke girîng” bi nav kir.

Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden dibêje ku pejirandina qanûna hilbijartinan di encama danûstandin û berdananan de bû li navbera hemû pêkhatên serekî yên Îraqê.

Birêz Biden herwiha destxweşî li Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê Parlamentoya Îraqê Osame El Nûcêfî kir.

Cîgirê Serokê Amerîkayê herwiha dîsa piştgiriya Washington jibo bihêzkirina demokrasiya Îraqê ragihand.
XS
SM
MD
LG