Medyaya ser bi dewleta Çînê ragihand ku bi sedema zincîreke teqînên biçûk li dervey baregehê Partîy Komûnist li bakura welatî, yek kes hate kuştin û heşt kesên dî birîndar bûn.
Ajansa nûçeyan Zinhua ragihand ku we pê diçe ku bombên teqînan xwe-malî bin û demekê zû evro Çarşembî li dervey baregehê Partîya Komunist li bajarê Tai-yuan hate teqandin.
Bol-berîn û bizmar li cihê teqînê hatine dîtin, ku ev jî wê manayê dide ku renge ew bomb li mal hatibte çêkirin.
Yek ji dîdevanan li cihê bûyerê got ku ew teqîn bi sedema teqîna otomobîlekê bûye. Lê didevanên dî dibêjin ku wan guh li dengê heft teqînan bûye.
Ev peqîn hefteyekê piştî peqîna otomboîlekê ye li paytexta Çînê.
Hikûmeta Çînî cudaxwazên Îslamî beramber peqîna paytaxtê berpirs kirin.
Peyîvdarê wezareta derve ya Çînê got, polîs hêşta ne piştrast in ku teqînên evro Çarşemê û teqîna heftiya bihurî pêkve girêdayî ne.