Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeheke Misirî Qedexekirina Îxwan Piştrast Kir


Dadgeheke Misirî hikumê qedexekirina partîya Îslamî ya Îxwan El Muslimîn û destbiser girtina pare û mulkê wê komelê piştrast kir.

Li heyva bihurî, biryara hilweşandina Îxwan El Muslimîn hate dan, li çarçova tepeserkirina wê komelê û girtina piraniya rêberên wê, di nav de Serokê ser kar ladayî Mihemed Mursî.

Îxwan daxwaza pêdaçûnê bi wê biryarê kir, lê belê dadgeheka Qahîre roja Çarşemê ragihand ku biryara qeddexekirin û destbisergirtina mulkê Îxwan her kar pê dihête kirin.

Hejayî gotinê ye, her ligel damezrandina Îxwan li salêt 1920an, bi berdewamî hatiye berbendkirin, lê belê piştî ser desthilatladana seorkê berê Husnî Mubarek li sala 2011ê, îxwanê partiyeke sîyasî damezrand û li hilbijartina perlemanî û serokatî serkeftin bi dest ve anî.
XS
SM
MD
LG