Lînkên eksesibilîtî

Wezîrê Derve Berev Danûnstandinên Navokî yên Îranê Birêket


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry û diplomatên din yên bilind yên Rojava berev Jinêva birêketin bo danûstandinan li ser bernama Navokî ya Îranê, ku wedyare rêkeftinek bê kirin.

Wezareta Derve dibêje amedebûna Kerry li roja diwê ya danûstandinan îro dê alîkariyê bike bo kêmkirina cûdahiyan navbera Îranê û şeş welatên hêzdar yên cîhanê.

Berî berev bajarê Jinêva birêkeve, Wezîrê Derve Kerry li Tel Aviv digel Serokwezîrê
Îsraîlê Benjamin Netanyahu kom bu, yê ku dixwaze ku bernama navokî ya Îranê her nemîne.
XS
SM
MD
LG