Lînkên eksesibilîtî

Opozisyona Sûrîyê Qayl Nabe li Danûstandinên Mosko Beşdar be


Wezareta Derve ya Rûsya ragehand ku komela serekî ya opozisyona Sûrîyê ku Rojava piştevaniyê lê dike qayl nabe ku li danûstandinên Mosko digel hikûmeta Sûrîyê beşdar be.

Peyvdarê Wezareta Derve Alexander Lukaşeviç got Hevalbendiya Niştîmanî ya Sûrîye razî nabe li danûstandinan beşdar be. Karbidestên Rûsya hîvîdar bûn ku danûstandin alîkariya Konferansa aştîyê bike ku Amerîka û Rûsya bizavê diken li Jinêvê bê kirin.

Hevalbendiya Niştîmanî ya Sûrî çend merc hene, yêk li wan ku misoger bê kirin ku Serok Beşar Esed dest ji desthilatê berde demê hikûmetek berwext bê danan.

Dîmeşqê gotibû ku Esed dê li ser desthilatê mine bi kêmî heta ku demê serokatiya wî li sala 2014 bi dawî tê û renge ew careka din bo serokatiyê bê berbijar kirin.
XS
SM
MD
LG