Lînkên eksesibilîtî

Serok Obama Sipasîya Leşkerên Amerîkî yên Dêrîn Dike


Serokê Amerîka Barack Obama gotara xwe ya vê hefteyê bikar anî jibo spasîya leşkerên dêrîn yên Amerîka di şerên cuda de, wekî Şerê Cîhanê yê Duwem, Nakokîya Koreya û Vietnam û herwiha Îraq û Afganistan.

11’ê Novemberê, anku Duşema were, cejneke federal e li Amerîka jibo Roja Şervanên Kevin.

Birêz Obama di gotara îro Şemîyê de got ku gelekî girîng e gelek tişt werin kirin ji bilî spasîya şervanên Amerîkî ku vedigerin welatê xwe. Wî got, hikûmeta wî bi nimûne rêbertîya vê yekê dike, dema ku derfetên kar ji şervanan re li kompanyên taybet peyda dike.

Serok Obama, ku komandarê giştî yê artêşê ye, herwiha got ku divê şervanên dêrîn rastî hemû derfetan werin jibo wergirtina perwerdeyeke wekhev û divê bixêrhatina wan li zanîngehên seranserê Amerîka were kirin.

Di gotara Komarîyan de îro Şemîyê, endamê Civata Nûneran ya Kongresê Todd Young hinek têbînî û gotin ji çend welatîyên wîleyata xwe Indiana pêşkêş kirin ku tê de bi tundî rexne li Qanûna Saxlemîya nû dikin. Qanûn bi navê Obamacare tê nasîn.
XS
SM
MD
LG