Lînkên eksesibilîtî

Îran û Cîhanê Liser Pirsa Navokî Lihev nekirne


Fabius: Îran û 6 hêzên mezin yê cîhanê hîn lihev nekirine li ser peymaneke navokî.

Wezîrê derve yê Fransa roja Şemîyê got ku Îran û şeş hêzên mezin yê cîhanê hîn lihev nekirine li ser peymaneke navokî, jiber ku red dike karê xwe li ser reaktorekî berhemdana plutonyomê rawestîne û asta yûranyûmê kêm bike.
Gotinên ku Laurent Fabius dan radyoya France Inter yên yekem bûn ku ronî avêtin ser astengîyên pêş danûstandinên Jinêvê ku nuha ketine roja xwe ya sêyem. Wezîrê Derve yê Fransa bi riya telefonê ji Jinêvê axivî, cihê ku ligel Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry, Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov û hevtayên wan yên Brîtanya û Almanya gotûbêjan ligel Îranê jibo programa wê ya navokî dikin.
Fabius behsa cudahîyan li ser reaktora Arak ya li başûr rojhilata Tehranê kir. Ev reaktor dikare salane plutonyomê jibo çend çekên navokî peyda bike eger dest bi kar bike. Wî herwiha got ku cudahî li ser hewildanên jibo kêmkirina tîrkirina yûranyûmê.
Şeş hêzên mezin yên cîhanê ku Yekîtîya Ewropa û Çîn jî cih di nav de digirin, didin ber çavê xwe ku hinek sizayan hilînîn ku ziyan gihandine aborîya Îranê. Hember wê yekê, ku Îran wekî destpêk hemû hewildanên xwe yên programa navokî rawestînin.
XS
SM
MD
LG