Lînkên eksesibilîtî

Çekdaran li Sûrîyê 30 Rojnamevan Revandine


Komên Îslamî û çeteyan bi kêmî 30 rojnamevan li Sûrîyê revandine

Li Sûrîyê bi kêmî 30 rojnamevan li ser destên komên Îslamî yên tundrê û çeteyan hatine revandin.
Komîteya Parastina Rojnamevanan ku bingeha wê li New York e, dibêje, ji destpêka şerê navxweyî li Sûrîyê sala 2011’ê bi kêmanî 30 rojnamevan hatine revandin û 52 hatine kuştin. Rêxistinê herwiha ragihand ku wê navên 24 rojnamevanan belge kiriye ku îsal hatibûn girtin lê paşê hatibûn berdan û nuha ewle ne.
Di raporteke vê hefteyê de, rêxistina Peyamnêrên Bê Sînor ya ku bingeha wê li Parîs e, tê gotin ku bi kêmî 60 karmendên ragihandinê li Sûrîyê girtî ne û bêtirî 110 hatine kuştin.
XS
SM
MD
LG