Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

BDP Darvekirina Bizavkarên Kurd li Îranê Protesto Kir


Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) li Stenbolê, darvekirina bizavkarên Kurd ji alîyê rejîma Îranê ve, li ber konsulxaneya Komara Îslamî ya Îranê protesto kir.

Rêvebirên BDP’ê ligel girseya bizavkaran roja Înîyê bi dirûşm û xwendina daxuyanîyekê ev kiryarên Îranê, li ber Balyozxaneyana Komara Îslamî ya Îranê şermezar kirin.

Xwepêşanderên Kurd, çelenka reş ku li ser dinivîsî, ‘Em Îdamê Şermezar Dikin û Emê Hisabê vê Bipirsin’ danîn ber derîyê balyozxaneyê û bi dirûşman rejîma Îranê riwsa kirin.
Serokê BDP’ê yê Bajarê Stenbolê Emrûllah Bîngul got, “Du sal berê jî me li van kuçeyan ew kiryar protesto kiribûn. Lê heta vê demê jî em dibînin ku rejîma Îranê van polîtîkayên xwe yên paşverû bernade.”

Rêvebirê BDP’ê yê Bajarê Stenbolê Mehmet Akar, piştî daxuyanîya bi Tirkî ji Dengê Amerîka re dîyar kir, “hêzên navnetewî li hember darvekirinên li Îranê pêk tên bêdeng dimînin.”

Birêz Akar, jinûve destpêkirina kiryarên îdamê li Îranê, bi rûdanên vê dawîyê yên li Rojhilata Navîn diqewimin ve girêda.

Wî herwiha da zanîn, rejîma Îranê ev 34 sal in van kiryarên xwe didomîne ku hebûna ti mûxalefeteke dijî rejîmê qebûl nake.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:51 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG