Lînkên eksesibilîtî

Du Polîs li Ser Destên Çekdaran li Lîbya Hatin Kuştin


Neşxeya Lîbya
Karbidestekî ewlekarîyê li Lîbya dibêje, êrîşbirên nenas du polîsên trafîkê li bajarê Bingazî yê rojhilata welêt kuştine.

Karbidestî got ku çekdaran roja Şemîyê êvarî ji trimbêlekê teqe li herdu polîsan kirin û ew yekser kuştin. Karbidestê Lîbî ku ev agahî dan navê xwe neda jiber ku wî destûr nebû li ser bûyer baxive.

Roja Înîyê, jimareke mezin ji polîsên trafîkê li Bingazî hatin daxistin bo kolanan wekî beşek ji programekî nû ku trafîka qerebalex ya bajêr durist bikin. Ji dema serhildana li dijî dîktatorê berê Muamer Qadafî li sala 2011ê, trafîk li Bingazî zêde bilind bûye.

Karbidestî got ku sedema li dû kuştinê nediyar e. Lê terorkirina kesayetîyên giştî û karbidestên ewlekarîyê tiştekî hergav li Lîbya pêk tê. Berpirsîya gelek ji van kuştinan dikeve stûyê mîlîşyayan ku hikûmet hewil dide wan kontrol bike.
XS
SM
MD
LG