Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dorpêçkirina li Ser Bajarekî Sûrî Tê Hilanîn


Çalakvan dibêjin, karbidestên hikûmeta Sûrîyê û serhilda roja Yekşemê gihiştin rêkeftinekê jibo hilanîna dorpêçkirina li ser bajarokekî li jêr destê serhildayan nêzîkî paytexta Sûrî.

Ev agirbest ya herî dawî ye di navbera herdu alîyan de. Rêxistineke çalakvan agirbesta li bajarokê Qudseya di daxuyanîyekê de piştrast kir lê ti agahî derbarê wê neda. Li gorî agirbestê, dê xwarin jibo cara yekê di çend hefteyan de were gihandin bo sivîlan.

Ev rêkeftin di demekê de tê ku hêza sereke ya opozisyona Sûrî li bajarê Stenbolê bo roja duwem kom dibe, da ku beşdarbûna xwe di konferansa Jinêvê ya aştîyê de gotûbêj bike.

Hevpeymanîya Niştimanî ya Sûrî daxwaza çûna Serok Beşar Esed kiriye di çi hikûmeteke veguhêz de, wekî merc jibo beşdarbûna di danûstandinan de. Karbidestên Sûrî dibêjin, dê Esed bi kêmî heta dawîya gera xwe li sala 2014ê di posta serokatîyê de bimîne û dibe ku xwe careke din hilbijêre.
Rûsya û Amerîka vê konferansa di navbera hikûmet û opozisyona Sûrîyê sponsor dikin.
XS
SM
MD
LG