Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

“Li Herêma Kurdan li Tirkiyê Nêzîkî Yek Milyon Mayn Hene”


Ji aliye Cemiyeta Başûr Rojhelatê Tirkiyê bi piştgirîya Baroya Dîyarbekir û Enstîtuya Fojoyê ya Ragihandinê (Swêd) jibo rojnamegeran, li ser mijara ‘Peymanêrîya Bihîs ya Beramberê Pevçûna Çekdarî’ semînerek hat lidarxistin. Semînera ku 8’ê Mijdarê roja Înê li Otela Kervansaray ya Dîyarbekirê destpê kir, sê roj dewam kir.

Serokê Cemîyetê M.Veysi îpek di axaftina xêrhatinê de destnîşan kir di pêvajoya çareserîyê de lidarxistina vê semînerê girîng e û got li hemî cihanê rola raginadinê pir mezin e li ser pêvajoyên çareserîyê.

Semînera yekê ji aliye Koordinatora Hewildana Tirkiya bê Mayin, Muteber Ogreten hat peşkeş kirin. Xanima Ogreten da zanîn ku Tirkiye di sala 2004’e de peymana Ottowayê ya li beramberê mayinê imze kiriye. Herhiwa destnîşan kir malîyeta mayinek bi çend dolaran e lê paqijikirina yek mayinek bi sedhezar dolaran û bale kişand ser xetera mayina ku 75 sal di bin erde de saxlem dimîne.

Muteber Ogreten da zanîn li Tirkiyê di bin erde de li tixûbên rojhelat û başûrrojhelatê Tirkîyê yanî li herêma Kurdan 906, 497 û bi giştî 1,003,943 mayin hene. Muteber Ogreten di seminere de di derbarê Peymana Ottowa û Banga Cenevrê de jî zanyarîyan parvekir.

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:42 0:00
Direct link

Serokê Baroya Dîyarbekirê Tahir Elçî jî “ Di Şer û Pevçûnan de Parastina Mafê Zarokan” seminerek da. Tahir Elçi, destnîşan kir di şer û pevçûnan de gelek car binpêkirina hiqûk û mafê mirovan rûdide. Herwiha diyar kir rola rojnamegeran mezine ku van ihlalan derxin ber çavan.

Birêz Elçî diyar kir li gorî Peymana Mafê Zarokan ya NY heta 18 salî her kes zarok e û di dema şer de zarok di bin mesulîyeta dewletan da ne, dewlet nikarin wan çekdar bikin jiber ku çekdarkirina zarokên ji 18 salî biçûkir suc e. Serokê Baroyê da zanîn HPG bi Banga cenevrê re mehekî bere peymanek mor kir da ku ewê zarokên ji 18 salî biçûktir nekin şervan.

Di dewamiya seminere de ji Afrikaya Başûr Profesorê Peter Do Toit jî li ser mijara Peymanêrîya Bihîs ya Beramberê Pevçûna Çekdarî de seminerek înteraktîf da.
XS
SM
MD
LG