Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Tirkiyê, Barzanî Vexwend Dîyarbekirê


Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan (arşîv).
Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan (arşîv).
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî vexwend Dîyarbekirê.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gelek caran li ser vexwendinên fermî hat Enqere û bi rayedarên paye bilind yên dewletê re hat ba hev lê birêz Barzanî hê qet nehatîye Dîyarbekirê.

Partîya Aşitî û Demokrasîyê (BDP) her sal di Newrozê de birêz Barzanî vedixwîne lê Hikûmeta Herêmê heta neha bersivek erênî neda vexendinên BDPê.

Serokê Partîya Beşdar a Demokratîk ( KADEP) Lutfî Baksî ji Dengê Amerîka re got “Birêz Barzanî ger bê sîyasetên Kurdan were, sîyasetên Kurdan ê pê biêşin û bihizirin ka qey li ser wan sîyaset tê kirin.”

Lutfî Baksî got Mesûd Barzanî jibo Kurdan gelek hesas e tu car naxwaze ku Kurdên Bakur biêşîne û ew bawer dike ku birêz Barzanî li ser vê hesasîyetê tevbigere.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:16 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG