Lînkên eksesibilîtî

Brîtanya Diplomata Xwe Dişîne Îranê


Acay Şarma
Wezareta Derve ya Brîtanyayê diplomatekî dêrîn wek berpirsê misyona xwe li Îranê destnîşan kir.

Destnîşankirina Acay Şarma roja Duşemê yekemîn pêngav e jibo dubare vekirina balyozxaneya Brîtanî li Îranê, di demekê de ku têkeliyên navbera herdu welatan baş dibin.

Balyozxaneya Brîtanî li Tehranê sala 2007’ê hate girtin di demekê de ku nakokiya li ser programa navokî ya Îranê mezin bû û îhtîmala êrîşeke leşkerî li dijî Tehranê hebû.

Şarma berpirsê beşê Îranê bû li Wezareta Derve ya Brîtanyayê.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG