Lînkên eksesibilîtî

Piştî Bahoza Wêranker, Amerîka Alîkariya Filîpînê Dike


Balafira C-130 ya artêşa Amerîkayê roja Duşemê alîkarî gihande qurbaniyên bahoza Filîpînê.
Amerîka alîkariya hikûmet û qurbaniyên Filîpînê dike, pişt ew welat rastî bahozeke wêranker hat.

Wezîrê derve yê Amerîkî John Kerry roja Duşemê piştgiriya Washington bo Filîpînê ragihand û got ku Amerîka bi hemû rêyên pêdivî alîkariya qurbaniyên bahozê dike.

Artêşa Amerîkî alîkariyên lojistîk pêşkeşî Filîpînê dike û rêxistina USAID ya Amerîkî jî ziyanên wê bahozê dinirxîne.

Herwiha balafireke C-130 ya ser bi Hêza Marîns ya Amerîkî Duşemê ji paytexta Filîpînê ve ber bi deverên wêranbûyî çû jibo gihandina alîkariyên wek av, xwarin û generatoran jibo qurbaniyan.

Karbidest dibêjin ku nêzîkî 10,000 kes bi sedema wê bahozê hatîne kuştin û bi sedan hezar kes bê mal mane.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG