Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

N.Y: 301 Milyon Dolaran Jibo Hewlên Alîkarîya Filîpînê Divên


N.Y dibêjit tofana Haiyan ya li deverên navenda Filîpînê day 660,000 kes derbider kirine.

Netewên Yekgirtî (N.Y) daxwaza 301 milyon dolaran dike jibo hewlên alîkarîya deverên navenda Filîpînê, cihê ku rastî bahoza Haiyan ya wêranker hatî û tirs heye 10,000 kes têde mirîne û jimareka mezina xelkê wê deverê bê mal mane.
Birêvebera ajansa alêkarîyên mirovanî ya N.Y, Valerie Amos îro sêşem ew daxwaz kir li demê seredana herêma rastî barovê bûy. Xanim Amos got, bersiva cîhanê ji karesatê re gelek bi hêz bû lê hêşta alîkarî pêtivîye.
N.Y dibêjit tofana Haiyan ya li deverên navenda Filîpînê day 660,000 kes derbider kirine. Çar rojan piştî bahozê gelek ji xelkê herêmê bê xwarin û ava vexwarinê û pêdawîstîyên saxlemîyê mane. Hêşta tîmên hawarçonê ne şîyaye xwe bigehînin hinek ji deverên gelek zîyan gehiştîyê, bi taybet bajarê Tacloban.
Wezareta Bervanîya Amerîka Pentagon gemîya USS George Washington hinarte wê herêmê. Li bere piştî dû rojan firokhelgira digel 80 firokan û 5,000 gemîvana bigehit herêmê jibo alîkarîyê.
XS
SM
MD
LG