Lînkên eksesibilîtî

Dîplomatên welatên desthilatdarên girêdayî sozên xwe ne û geşbînin bigehin rêkeftinekê digel Îranê

Dîplomatên welatên desthilatdarên cîhanê yên kû danûstandinan dikin jibo sinurdarkirina zaxkirina Uranium ê Îranê dibêjin, ew hêşta girêdayî sozên xwe ne û geşbînin bigehin rêkeftinekê tevî kû hevûdin sucdar dikin bi serneketina kombûnên dawî .
Derengîya duhî dûşem, wezîrê derve yê Îarnê Javad Zarif got, herdû alîyan pêşketinek mezin kirîye li çend rojên danûstandinan li Geneva. Lê gazinda ne gehiştina rêkeftinekê exist stoyê komela 5 welatên endamên herdemên Civata Tenahîya N.Y û Elmanîya.
Wezîrên derve, yê Amerîkî John Kerry û yê Birîtanî William Hague got, komela wan di pêşnîyaza xweda yekgirtî bû. Birêz Kerry got, Îranê rêkeftin pesend nekir. Wî hîvî kirin li mehên dahatî herdû alî bigehin rîkeftinekê. Heftîya bê dê danûstandin dest pêbikin ve.
XS
SM
MD
LG