Lînkên eksesibilîtî

Cîgirê Serokê Amerîkayê Pîrozbahî li Barzanî Kir


Cîgirê Serokê Amerîkî Joe Biden û Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî gotûbêj li ser rewşa parastina Îraqê, qanûna hilbijartinan û çend pirsên din kirin.

Hikûmeta Amerîkî ragihand ku birêz Biden di peywendiyeke telefonî de ligel birêz Barzanî got ku pêdivî ye hevkariyeke nêzîk li navbera Bexda û Hewlêrê hebe jibo vederkirina komeleyên teroristî.

Cîgirê Serokê Amerîkayê herwiha got ku Amerîka piştgiriya Îraqê dike li şerê li dijî komela teroristî ya El Qayde.

Li gorî peyama hikûmeta Amerîkî, Cîgirê Serokî Biden pîrozbahî li Serok Barzanî kir piştî pesendkirina qanûna hilbijartinan li Îraqê.

Herdu rêberan herwiha gotûbêj li ser giringiya avakirina têkeliyan bi welatên cîran re kirin, di nav de Tirkiye.
XS
SM
MD
LG