Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Îranî Berevanî li Medyaya Civakî dike


Wezîrê Çandê yê Îranê Alî Cennetî
Wezîrê Çandê yê Îranê Alî Cennetî
Wezîrê Çandê yê Îranê Alî Cennetî careke din piştevanîya medyaya civakî kir û got, divê Facebook neyê qedexe kirin. Wî got, nabe ku Facebook wek programeke tawankar bê nav kirin.

Cennetî ji Ajansa Fars ya nîvfermî re îro Înîyê got, ew bi xwe jî Facebook bikar tîne. Wî bang li sazîya desthilatdar kir ku qedexeya heyî ya ser Facebookê rake.

Alî Cennetî berê jî gelek caran piştgirîya medyaya civakî kiribû û xwestibû ku karanîna wê ji hemî Îranîyan re serbest be.

Îran di sala 2009’an de torê medyaya civakî qedexe kiribû, bi sedema ku ew di alozîyên dijî hikûmetê de bi karîgerî hatibûn xebitandin.

Pispor dibêjin, daxuyanîyên Cennetî nîşan didin ku cudabirîyên navbera hikûmeta Hasan Ruhanî yê nermrê û kesên tûndrê kûrtir dibin.
XS
SM
MD
LG