Lînkên eksesibilîtî

Çîn Kampên Xebatê Radike


Kampeke xebatê li Çînê
Partîya Komunîst ya Çînê dibêje, ew dê hebûna sîyaseta yek-zarok ya dûr û dirêj nermtir bike û dawî li kampên xebatê bîne.

Ajansa fermî Xinhua îro Înîyê radigihîne, Partîya Komunîst biryarek derxist ku di hîn şert û mercên taybet de rê dide ku jin û mêr xwedîyê 2 zarokan bin.

Xinhua herwiha dide zanîn ku Çîn dawî li sîyaseta xwe ya perwerdeya bi dare sîstema xebatê jî ji holê rake.

Li gor vê sîstema heyî, polîs dikare tawanbaran bişîne wan kampan, bêyî ku ew kes bêne darizandin. Bi zelalî nayê zanîn ku li çûna wan kampan çi were, lê tê texmîn kirin ku dora 190. hezar li wan kampana destserkirî ne.

Ajansa Xinhua dîyar kir ku ew biryarên nû beşek ji reformên nû ne ku dixwaze rewşa mafên mirovan û sîstema dadwerîyê baştir bike.
XS
SM
MD
LG