Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Emin Yilmaz: Cîhê Gelê Amedê û Cîhê Mesûd Barzanî BDP ye


Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî
Hevserokê Partîya Aşitî û Demokrasîyê ( BDP ) yê Bajarê Dîyarbekirê Mehmet Emin Yilmaz di derbarê hatina birêz Mesûd Barzanî de got "cîhê gelê Amedê û cîhê Mesûd Barzanî BDP ye."

Emin Yilmaz îfade kir di erîfa hilbijartinan de hatina birêz Barzanî ya Dîyarbekirê stratejik e. Jiber ku serokwezîrê Tirkiyeyê propagandaya hilbijratinê ya partîya xwe dê li Dîyarbekir bide destpêkirin.

Emin Yilmaz got, di demjimêrên ku serokwezîr û birêz Barzanî werin ba hev, ewê li avahiya partîya xwe bin û li wir hizr û nêrînên xwe yên di derbarê vê hevdîtinê de, bi gele Amedê re parvebikin.

BDPa Dîyarbekirê 16 mehê di saet 12:00, li ber avahîya partîyê dê daxûyanîyek bidin çapameniyê jibo protestoyê.
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:22 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG