Lînkên eksesibilîtî

Dr. Fuad Husên Seredana Barzanî Bo Amedê Dinirxîne


Roja Şembî, Serokê Herêma Kurdistana Îraqê birêz Mesûd Barzanî li ser vexwendina fermî ya Serokwezîrî Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî 21 salan seredana Amedê dike.
Di hevpeyvînekê de digel Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, Dr. Fuad Husên Serokê Dîwana Serokatiya Herêmê li ser girngî ya vê seredanê got, berî her tiştekî, eve seredaneka fermî ye, û ya girnge ku hevdîtina Serokê Herêmê û Serokwezîrê Tirkiyê li bajarê Amedê bibe. Wî herwiha got, herdu rêber dê beşdarî şahiya kur û keçên Kurdan jî bibin.

Li ser dilgiranî ya hindek Kurdên Tirkiyê ku ev seredane li ser vexwendina Serokwezîrê Tirkiyê hatiye kirin, û rexneyên wan ku berê Serokê herêmê bo Amedê hatibû vexwendin, lê seredana wî bajarî nekir, Dr. Husên got, niha destûdar hatiye guhartin û têkelîyên herêmê û Tirkiyê baştirn, û got raste ku li Amedê Serokê heremê dê digel Serokwezîrî kom bibe, lê herweha dê digel xelkê Amedê jî bicive.

XS
SM
MD
LG