Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûrî Êrîşî Serhildayan li Bakurê Şamê Dike


Tankeke rejîma Sûrî
Tankeke rejîma Sûrî
Hêzên hikûmeta Sûrîyê roja Şemîyê êrîş birin ser serhildayên ku li rex rîyeke giştî diman, rîya ku Şama paytext bi herêma berava Sûrîyê girê dide. Serhilda dibêjin, ev rê dibe ku jibo derxistina çekên kîmyawî ji welêt were bikaranîn.

Rê li nav herêma Qelemûn ya çiyayî derbas dibe, ku nêzîkî 50 kîlometran li bakurê Şama paytexta dikeve. Ev herêm yek ji herêmên herî zêde ye li Sûrîyê ku postên leşkerî lê peyda dibin.

Îslam Elûş, berdevkê Artêşa Îslamê ku mezintirîn hevpeymanîya serhildayan e ya ku li Şamê şerê hêzên rejîmê dike, got ku şer li nêzîkê bajarokê Qere zor bû.

Diplomat dibêjin ku desthilatdarên Sûrî ev rê hilbijartine da ku veguhestina çekên kîmyawî di navbera Şam û Hums û berava Sûrîyê destpê bike. Veguhestina çekên kîmyawî yên Sûrîyê hat, piştî rêkeftinekê di navbera Amerîka û Rûsya de jibo hilanîna wan.
XS
SM
MD
LG