Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girêvek li Dijî Tundûjîyê li Paytexta Lîbya Tê Kirin


Piranîya cihên kar û dibistanan li paytexta Lîbya roja Yekşemê girtî ne, piştî rûniştvanan banga girêvekê kirin jibo protestokirina tundûtûjîya kujer vê dawîyê ji alîyê mîlîşyayan li Terablusê.

Kolanên paytexta Lîbî vala bûne û welatîyan rê girtin jibo parastina taxên xwe ji egera tundûtûjîyeke nû.

Serekê civata bajarê Terabulsê el Sadat el Bedrî dibêje ku grieve sê rojan dirêj dike.
Tundûtûjîyê roja Înîyê derketibû holê dema ku bi kêmî 43 kes hatin kuştin û bêtirî 450 kesên din birîndar bûn piştî ku mîlîşyayên ji bajarê Misrata teqe li xwenîşanderan kirin. Xwepêşanderan banga derxistina komên çekdar ji paytextê dikirin.

Roja Şemîyê jî bi kêmî kesek hate kuştin û çendên din birîndar bûn, dema ku pevçûnên nû li paytextê derketin li dema ku leşker û mîlîşyayên ser bi hikûmetê hewil dan aştîyê vegerînin nav bajêr.
XS
SM
MD
LG