Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nifşekî Nû ji Penaberên Sûrî Dagerîya Libnanê


Seorang anak perempuan ikut lomba kaligrafi untuk merayakan Tahun Baru di Tokyo, Jepang.
Seorang anak perempuan ikut lomba kaligrafi untuk merayakan Tahun Baru di Tokyo, Jepang.
Dîdevan û Neteweyên Yekbûyî roja Yekşemê gotin, bi hezaran penaber ji bajarokên naverasta Sûrîyê jiber şer direvin û berê xwe didin Libnanê.

Basil Hujeyrî, parêzgarê berê yê bajarokê Îrsal yê Libnanê got ku welatîyên Sûrî roja Înîyê derbaskirina sînor destpê kirin, piştî ku şer di navbera hêzên hikûmeta Sûrî û serhildayan de li deverên naverasta Sûrîyê destpê kiribû.

Êrîşeke hikûmeta Sûrîyê li girên herêma Qelemûnê, ku ji Şama paytext heta Libnanê dirêj dikin, destpê kir bi wê mebestê ku rêka alîkarîyê jibo deverên li jêr destên opozisyonê li derdora Şamê ji ser serhildayan qut bike.

Çalakvan û şirovekar dibêjin, dibe ku ev şer yê dawî be jibo qewirandina serhildayan ji sînorê Şamê, cihê ku xwarin lê kêm dibe û şervanên opozisyonê çend deverên girîng di hefteyên dawî de ji dest birine.

Dana Silêman ji Komisyona Bilind ya Penaberan li Neteweyên Yekbûyî got, jimara penaberên ku dawîya vê hefteyê gihiştin Libnanê nêzîkî hezar malbatî ye. Wê got, gelek penaber hîn navên xwe tomar ligel NY nekirine, lewra dibe ku ev jimar bilindtir bibe.
XS
SM
MD
LG