Lînkên eksesibilîtî

Serok Obama Salvegera Kuştina Kennedy Bibîr Tîne


Serok John F. Kennedy û Xanima wî Jacqueline Kennedy
Serokê Amerîkî Barack Obama û serokê berê Bill Clinton roja Çarşemê salvegera 50’emîn ya mirina Serok John F. Kennedy bibîr tînin.

Xanima yekem Michelle Obama û wezîra berê ya derve Hillary Clinton dê beşdarî rêwresma li Goristana Arlington ya Niştimanî bibin.

Ev çalakî beşek e ji helkeftên ku hefteyekê dirêj dikin jibo bîranîna serokê 35’emîn yê Amerîka ku li temenê 46 salî hate terorkirin.

Karbidestên Koçka Spî dibêjin ku Serok Obama dê her li roja Çarşemê rûmetê li serokê kuştî bigire, bi rîya pêşwazîya xelatwegirên Medalîya Serokatîyê jibo Azadîyê. Ev medalî bilindtirîn xelat e jibo welatîyên sivîl li Amerîka. Ev xelatên salane ji alîyê birêz Kennedy hatibûn destpêkirin.

John F. Kennedy li 22’ê meha 11’an sala 1963’ê li bajarê Dallas yê wîlayeta Teksas hate kuştin. Lêkoler dibêjin ku ew li ser destê mêrekî bi navê Lee Harvey Oswald hatiye kuştin. Lê ji wê çaxê de gelek teorîyên din li ser bûyerê tên gotin.
XS
SM
MD
LG