Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran û Hêzên Cîhanê Danûstandinan Didomînin


Ayetullah Alî Xameneyî
Ayetullah Alî Xameneyî
Rêberê ruhanî yê Îranê dibêje, Tehran dê dest ji mafên xwe yên navokî bernede, di vê demê de ku Îran û şeş hêzên cîhanî îro Çarşemê li Cenevre dicivin.

Ayetullah Alî Xameneyî, berî destpêbûna gera nû ya danûstandinan got, wî xeta sor jibo danûstandêrên welatê xwe danaye.

Xameneyî herwiha dîyar kir ku Îran peywendîyên hevalane bi hemî welatên cîhanê dixwaze ku Amerîka jî di nav de ye.

Pênc endamên herdemî yên Civata Ewlekarî ya NY û Almanya banga peymaneke demkî dikin ku rê Tehran xebatên xwe yên navokî rawistîne.

Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zarîf do vîdyoyeke YouTube de got, derfet heye ku her du alî bigehijin rêkeftinekê.
XS
SM
MD
LG