Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama Xelata Serokatîyê ya Medalîya Azadîyê Dide 16 Kesan


Serokê Amerîkî Barack Obama xelata herî nirxdar ya sivîlan li Amerîka, da 16 welatîyên Amerîkî.

Xelata ku bi navê Medalîya Serokatîyê jibo Azadîyê li Koçka Spî di rêwresmekê de hate dayîn.

Serokê Amerîkî John Kennedy ev xelat berî pêncî salî danî, jibo rûmetgirtina li wan kesên ku beşdarîyên balkêş bo ewlekarî û bejiwendîyên niştimanî yên Amerîka kirine, an jî hewildanên wan di aştîya cîhanî de hene.

Xelatwergirên medalîyê îsal ev bûn, Serokê berê Bill Clinton, efsaneya muzîka gundî (Country Music) Loretta Lynn, çalakvana navdar ya mafên jinan Gloria Steinem û herwiha kesayetîya televizyonî Oprah Winfrey.
XS
SM
MD
LG