Lînkên eksesibilîtî

Li Sînaya Misirê bi Kêmî 10 Leşker Hatin Kuştin


Karbidestên ewlekarîya Misirê dibêjin, bombeyeke otomobîlî ku karwanekî artêşê dikir armanc li Nîvgirava Sînayê teqîya û bi kêmî 10 leşker kuştî li dû xwe hişt.

Êrîş roja Çarşemê li nêzîk bajarokê Erîş pêk hat, dema ku karwanê leşkerî li ser rêkekê diçû ku bajarokê beravî bi xala sînorî ya Refeh li ser sînorê Kerta Xeza girê dide.

Ti kesî berpirsîya êrîşa ku 35 kes jî tê de birîndar bûn, nexistiye stûyê xwe.

Ji dema ku Serokê berê Husnî Mubark di sala 2011ê de ji serokatîyê hate avêtin, herêma Sîna bûye qadek jibo çalakîyên mîlîtanan. Bêtir tundûtûjî li wê herêmê derketîyê holê, ji dema ku artêşê serok Mihemed Mursî di Tîrmeha bûrî de hilanî.
XS
SM
MD
LG