Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danûstandinên Ser Programa Navokî ya Îranê Didomin


Dîplomata serekî ya Yekîtîya Ewropa ragihand ku derheqa bernama navokî ya Îranê de, “axaftinên dagirtî” navbera wê û wezîrê derve yê Îranê pêk hatin.

Michael Mann, Berdevkê Xanim Catherine Ashton got, Ashton û Cevad Zarîf vê sibehê bi firehî axifîne û li ber e ew her du paş nîvro jî bicivin.

Wek tê zanîn, Ashton nûnertîya Amerîka, Brîtanya, Çîn, Fransa, Rûsya û Almanya dike. Ew hêzên cîhanî daxwaz dikin ku Îran xebata xwe ya dewlemendkirina uranyumê rawistîne û rê li pirtir vekolînan veke.
XS
SM
MD
LG